Balafirên şer yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê gundê Gelale yê Silêmaniyê bombebaran kir.
Cenazeyê welatiyê duh di êrişa dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dayî, li gundê Qeşan ya ser bi bajarokê Mawet spartin axê.
Pitşî bûyerê ji ber liv û tevgera balafirên dewleta Tirk, welatiyan nedikarî xwe bigihînin cihê bûyerê.
6 saet di sere derbas bûn heta xelkê gund xwe gihand cihê bûyerê û welatiyê jiyana xwe ji destdayî û yên birîndar bûne, rakirin nexweşxaneyê.
Duh derengiya şevê cenazeyê Ezîz Mihemed, li gundê Qeşan ya ser bi bajarokê Şarbajêr spartin axê.
Navê her 5 kesên di êrişê de jî birîndar bûne evin:
Mihemed Qadir Axa
Kiwêxa Mihemed Elî
Zana Mihemed Elî
Seîd Mihemed Resul
Salih Qadir