Lîlwa El Ebdullah: Serkeftina operasyonê, serkeftina gel e

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El Ebdullah derbarê Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de axivî û got:” Serkeftina operasyonê, serkeftina gel e.”

Lîlwa El Ebdullah diyar kir ku Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li ser bangên şêx û rûspiyên eşîrên herêmê û daxwaza gelê Dêrazor û Hesekê hatiye destpêkirin:

Lîlwa got, Ev operasyona ku QSD′ê daya destpêkirin li dijî şaneyên DAIŞ′ê û ji bo şopandina qaçaxên ku pereyên gel û welatiyên xizan ên herêmê didizîn e.

Heta niha 13 çeteyên DAIŞ′ê hatine girtin û hin çekên li gel wan hatin desteserkirin.

Lîlwa El Ebdullah bi bîr xist ku ev operasyon bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî tê birêvebirin û tevahî hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştigrî dane operasyonê.

Li gorî fermandara Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, operasyon heta vê kêliyê jî dewam dike û wiha bi dawî kir:

Em bang li tevahî şêniyên herêmê dikin ku vê qonaxê derbas bikin û armancên vê operasyonê bi awayekî mezintir pêk bînin.

Ev serkeftin, serkeftina gel e.

Back to top button