Dîsa balafirên dewleta Tirk derketin asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Vê carê êriş li dijî Eyn Îsa bû, li wir bendeke kontrolê ya Asayîşê bû armanc.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov, benda kontrolê a Asayîşê ku dikeve başûrê navçeyê kir armanc.
Di heman demê de êrişî cihê stasyona kehrebê kir ya navçeyê kir û niha kehreba li ser navçeyê qut bû.
Her wiha dagirkeriya Tirk navçeya Çelebî ku dikeve rojhilatê Kobanê jî bombebaran kir.
Stasyona petrolê ya Tirbespiyê û herêma Koçerat hatin bombebarankirin