Banka Çandiniyê ya Tirbesipiyê hate bombebarankirin

Dewleta tirk a dagirker şevê din careke din binesaziya herêmê û cih û warên sivîlan kir armanc.

Balafireke bêmirov a dewlet Tirk a dagirker doh êvarê jî banka çandiniyê ya dikeve başûrê Tirbespiyê bombebaran kir.

Heman wextê balafirên artêşa dagirker herêma di navbera gundê Girkendal û gundê Şirk a li herêma Koçerat a girêdayî Dêrikê de bombebaran kir.

Di encama êrişan de ziyanên madî li herêmên navborî çêbûn.

Gundê Til Eneb ê Şehba û gundê Şewarxa yê Şera hatin topbarankirin

Ji aliyeke din ve çeteyên artêşa dagirker gundê Til Eneb ê herêma Şehbayê û gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kir.

Êrişên dagirkeriya Tirk yên li dijî herêmê

Back to top button