289 kesên ku di Kampa Holê de diman vegeriyan cih û warê xwe

Kampa Holê mezintirîn kamp li herêmên Rêveberiya Xweser e û ya herî xeter di cîhanê de ye.
Ew yek ji xwe dispêre jimareke mezin a malbatên çeteyên DAIŞ’ê û ziyanê didin koçberên Sûrî û Iraqî.
ji bo vê yekê jî, Rêveberiya xweser bi kefaleta Êlên Ereb duh, koma 27’an a koçberên Dêra Zorê ku li kampa Holê diman, derxist.

Piştî lêkolîna Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ji bo derxitina malbatên Sûrî ji Kampa Holê, ev gav dikevin piratîkê.

Herî dawî koma 27’an a malbatên Dêra Zorê ku ji 73 malbatan pêk tê, ji kampê hat derxistin.

Li gorî berpirsan, ji ber têkiliya van kesan bi DAIŞ’ê re tune ye û piştî rizgarkirina cih û warên, ew vegerandênê.

Rûspî û êşîşêrên herêmê jî, kefaleta vê yekê radikin û li ser vî bingehî, malbat tên derxistin.

Halê hazir 17 hezar û 693 malbat di kampê de ne.

8 hezar û 209 malbat ji Iraqê ku ji 30 hezar û 606 kesan pêk tê.

6 hezar û 706 malbat ji Sûriyê, ji 24 hezar û 223 kesan pêk tê.

2 hezar û 778 malbtên biyanî, ji 9 hezar û 544 kesan ji nasnameyên erebî û ewropî pêk tê.

Ji ber vê jimara giran û pêkhatina gelek bûyerên kuştin û şewtandinê ji aliyê jinên DAIŞ’ê, kontrolkirina vê kampê barekî giran li ser pişta Rêveberiya Xweser e.

Ji ber vê jî, Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed ragihand ku wan biryara derxistina malbatên Sûrî daye û dê ev kampa bimîne a malbatên biyanî yên DAIŞ’î.

Ji lewre niha çav lê ku, wê çarenûsa malbatên DAIŞ’î û penaberên Iraqî hemwextî bêndegiya welatên wan çi be?

Nexasim ku Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd diyarkirbû ew ê bi welatên ku dixwazin hemwelatiyên xwe vegerînin re hevkar be.

Back to top button