Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê, pêketina 71 kesên din bi vîrûsa coronayê û mirina 2 kesan ragihand.
Desteyê diyar kir ku kesên pêketî:
- 17 li Qamişlo
- 16 li Hesekê
- 11 li Dêrikê
- 10 li Amûdê
- 9 li Girkê Legê
- 5 li Dirbêsiyê
- 1 li Rimêlan
- 1 li Çil Axa
- 1 jî li Til koçerê ne.
Her wiha desteyê destnîşan kir ku jinek ji bajarê Hesekê û zilamk ji Kobanê jiyana xwe ji dest da û 11 kesên din ji vîrûsê baş bûne.
Bi van daneyên dewî re, jimara kesên ku li herêmê bi vîrûsê ketine gihişt 2 hezar û 517’an, ji wan 86 kesan jiyana xwe ji dest daye û 595 jî baş bûne.