DEM Partiyê danezana xwe ya hilbijartinên xwecihî eşkere kir

DEM Partiyê danezana xwe ya hilbijartinê eşkere kir.
Ji bo şaredartiyên pir zimanî, azadîxwaziya jinê, ciwan, xizan, kedkar û astengdaran jî proje hatin ragihandin.
Her wiha strana nû ya ji bo hilbijartinan a bi navê serfirazî bo Dem Partî jî, hate nasandin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî danezana xwe ya Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adarê li Enqereyê eşkere kir.

Li gel namzetên hevşaredariyê, gelek kes tevlî bernameyê bûn.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari danezan xwendin.

Beriya eşkeririna danezanê hevserokan xîtabî beşdaran kirin û ev tişt anîn ziman:

Hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî, li dijî aqilê desthilatê, derfeta avakirina aqilê azadîxwaz û wekhevîxwaz a li herêman dide.

Her wiha weke qonaxeke mezinkirina dengê aştiyê û xurtkirina demokrasiyê dibînin.”

Di naveroka danezên de, rêgezên partiyê yên têkildarî rêveberiyên herêmî hatin vegotin.

Li gorî vê, xalên serekê ên danezanê;

Meclisên piranîparêz bên avakirin.

Demokrasiya xwecihî esas bê girtin û pêşxistin.

Di şaredariyan de bweserî û xwebirêxistinkirina Jinan.

Rola ciwanan di nava rêveberiyên herêmî de bê xurtkirin.

Bajarên bitendurist, ji bo erdhejê saxlem bên avakirin.

Veguhestina ekonomîk û ekolojîk li bajaran bê pêşxistin.

Parastina polîtîkayên demokrasî, wekhevî-xwaz û azadîxwaz ên civakî,

Û şaredarvaniyeke pir-zimaniyê diparêze bê pêş xistin.

Piştî eşkerekirina danezenê, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyamên xwe ên dawî dan û gotin:

“Em ê bibêjin ji xespa qeyûman re, ji dizîna îradeyê re, ji nelirêtiyê re bes e û bi ser kevin.

Em ê bi demokrasiya xwecihî re, bajarên azad ava bikin.”

Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî

Di heman bernameyê de her wiha DEM Partiyê strana xwe ya nû ya ji bo hilbijartinan jî da nasandin.

DEM hilat û hat meydanê
Geş kir agirê berxwedanê
Bi deng û rengê xwezayê
Xweş kir govenda jiyanê

Bi van gotinan DEM Partiyê coş û biryardariya xwe a ji bo hilbijartinan raber kir:

Back to top button