Îsraîlê li Xezayê êrişên giran pêk anîn: 127 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de, zêdeyî 127 kesên din hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Tevî hemû hişyariyan jî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku ew ê li dijî Refahê operasyonê bikin.
Bi pêşengiya Qatarê hewldan tên kirin ku Hemas beşdarî nava Rêxistina Rizgariya Filistînê bê kirin û Hemas dest ji rêvebirina Xezayê berde.

Îsraîlê duh êvarê li dijî Xezayê êrişên giran pêk anîn û êrişan îro jî dewam kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê di êrişên Îsraîlê yên 24 seetên dawiyê de, 127 Filistîniyên din hatin kuştin û 205 jî birîndar bûn.

Di roja 135’an ya şer û êrişan de li Xezayê hejmara kuştiyan derket 28 hezar 985 kesî û ya birîndar jî bû 68 hezar 883.

Bombebarana Îsraîlê ya li dijî Refahê didome

Îsraîl bombebarana li dijî Refahê jî didomîn e.

Hat diyar kirin şevê din di bombebarana balafirên şer ya li dijî rojhilatê bajêr de gelek kes mirin û birîndar bûne.

Her wiha di bombebarana li ser malekê de jî 13 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ji bo rizgarkirina kesên ku di bin xirbeyan de mane, xebat tên kirin.

Îsraîl li dijî Refahê amadekariyên operasyona bejahî dike

Artêşa Îsraîlê li dijî herêma Refahê ya Xezayê, amadekariyên operasyona bejahî tên kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû careke din ragihand ku ew ê li dijî Refahê operasyonê bikin.

Netanyahû ku têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir piştî ku wan sivîl derbasî herêmên bi ewle kirin ew ê operasyonê dest pê bikin û wiha got,

“Yên ku naxwazin em li dijî Refahê operasyonê bikin ya rast dibêjin, ‘şer winda bikin’. Em ê destûra vê yekê nedin û li ber zextên navnetewî jî stuyê xwe netewînin. Hemas wê hesabê bide.”

Hewldan tên kirin ku Hemas beşdarî Tevgera Rizgariya Filistînê bibe

Li aliyê din di van rojên dawiyê de, bi pêşengiya Qatarê hewldan tên kirin ku Hemas beşdarî nava Rêxistina Rizgariya Filistînê bê kirin.

Di vê çarçoveyê de Şêxê Qatarê li bajarê Dewhayê bi serok-dewletê Filistînê Mehmûd Ebas, Serokê Hemasê Îsmaîl Haniye û Serokê berê yê Tevgera Fetih Mihemed Dahlan re, hevdîtin pêk anîn.

Hat ragihandin ji bo ku Hemas beşdarî nava Rêxistina Rizgariya Filistînê bibe û hikumeteke teknokratê bê avakirin gavên girîng hatine avêtin.

Hat gotin dema hikûmeteke teknokrat bê avakirin wê Hemas dest ji rêvebirina Xezayê berde.

Yekîtiya Efrîkayê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê şermezar kir

Di civîna Yekîtiya Efrîkayê ku li paytexta Etîyopya Addis Ababa hate lidarxistin de êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê hatin şermezarkirin.

Lîderên welatên Efrîka yên ku beşdarî civînê bûn, banga rawestandina êrişan li Îsraîlê kirin.

Serokê Komîsyona Yekîtiya Efrîkayê Mûsa Fakî diyar kir êrişên Îsraîlê binpêkirina hiqûqa navnetewî ye û got,

“Îsraîl dixwaze gelê Xezayê tune bike. Li hemberî van êrişan em piştgiriya gelê Filistînê dikin.”

Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Refahê ya Xezayê de 10 kes mirin

Back to top button