Êrişên li dijî Refahê di rojeva cîhanê de ye

Operasyona bejahî ya li dijî herêma Refahê ya Xezayê ku Îsraîl amadekariyên wê dike, di rojeva cîhanê de ye.
Misir, Fransa, Holanda û Danmarka di vê mijarê de hişyarî kirin.
Hat ragihandin operasyon wê rê li ber encamên kambax veke û banga agirbestê hate kirin.

Şerê li Xezayê û êrişên Îsraîlê yên li dijî herêma Refahê di rojeva cîhanê de ye.

Fransa, Hollanda û Danmarka bi daxuyaniyan li dijî êrişên Îsraîlê yên li ser herêma Refah ya Xezayê fikarên xwe ragihandin.

Fransa, Holanda û Danîmarka fikarên xwe ragihandin

Wezareta Karên Derve ya Fransayê diyar kir herêma Refahê ku zêdeyî mîlyonek 300 hezar Filistîniyan xwe lê girtine, cihê derbaskirina alîkariyên mirovî ye jî.

Wezaretê got,

“Operasyonên Îsraîlê wê karesata mirovî ya heyî derbasî qonaxeke nû bike. Wê rewşeke ne rewa ava bike. Fransa lê dijî wê ku gelê Xezayê bi darê zorê ji cihê wan bê derxistin.”

Danîmarka: Divê sivîl bên parastin

Wezareta Karên Derve ya Danmarka jî diyar kir Danmarka, Yekîtiya Ewropa û welatên din li dijî êrişên li ser Refahê ku zêdeyî nîvê nufûsa Xezayê xwe lê girtine, bi fikar in.”

Wezaretê eşkere kir, divê sivîl bên parastin.

Holandayê banga agirbestê û berdana dîlgirtiyan kir

Wezareta Karên Derve ya Holandayê jî eşkere kir ew ji ber rewşa li Refahê bi fikar in û hate gotin,

“Hejmareke zêde ya sivîlên li Xezayê reviyan başûr. Êrişeke li dijî qadeke ku ewqas mirov lê bi cih bûne wê rê li ber gelek mirinan û kareaseta mirovî veke. Ev yek nikare rewa bê nîşandan.”

Wezaretê diyar kir ku divê danûstandin bi lez vegerin agirbestekê û hemû dîl girtî bê şert û merc serbest bên berdan.

Misir: Operasyona li dijî Refahê wê rê li ber encamên kambax veke

Wezareta Karên Derve ya Misirê jî têkildarî encamên operasyoneke li dijî Refahê hişyarî kir.

Wezaretê di daxuyaniya nivîskî de ku li ser mijarê da, wiha got,

“Em li dijî operasyoneke Îsraîlê ya li ser Refahê ne. Êrişeke bejahî ya Îsraîlê wê rê li ber encamên kambax veke.

Misir ji bo pêkanîna agirbestê û berdana dîl girtiyan wê xebatên xwe bi hemû aliyan re bidomîne.”

Back to top button