Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Refahê de 100 kes hatin kuştin

Di vê dema ku amadekariyên operasyoneke bejahî ya li dijî herêma Refahê ya Xezayê didomin de artêşa Îsraîlê şevê din êrişên ezmanî pêk anîn.
Di êrişên hemwext yên balafirên şer, keştiyên şer û topan de zêdeyî sed kes hatin kuştin.
Hemasê jî ji vê êrişê Amerîka berpirsyar dît.

Di roja 129’an ya şer de artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li Xezayê berfireh dike.

Îsraîlê berê êrişên xwe daye ser herêma Refahê ya li başûrê bajêr.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Filistînê di bombebarana şevê din de zêdeyî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Hat diyar kirin kesên birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Her wiha hate ragihandin êriş bi balafirên şer, topan û keştiyên şer bi awayekî hem wext pêk hatiye.

Hemas: Komkujiya Îsraîlê ya li Refahê domandina şerê qirkirinê ye

Hemasê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê yên li ser Refahê da.

Hemasê eşkere kir, komkujiya ku şevê din Îsraîlê pêk anî, berdewama şerê qirkirinê ye û wiha hate gotin;

“Di komkujiya Îsraîl ya dagirker a şevê din de zêdeyî 100 kes mirin. Ji komkujiya Refahê tevî hikumeta Netanyahû rêveberiya Biden jî berpirsyar e.”

Hemasê bang li Yekîtiya Ereb, Rêxistina Hevkariya Îslamî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbuyî kir ku ji bo rawestandina sûcên qirkirinê yên Îsraîlê bikevin nava tevgerê.

Îsraîl: Li Xezayê 2 leşkerên me yên din mirin

Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê li Xezayê de 2 leşkerên wan yên din hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve hejmara leşkerên Îsraîlê yên ku hatine kuştin derket 566’an.

Netanyahû: Em ê hêzên Hemasê yên li Refahê tune bikin

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû têkildarî operasyoneke bejahî ya li dijî Refahê ji kanala ABC ya Amerîkayê re axivî.

Netanyahû diyar kir yên ku naxwazin em xwe bighînin Refahê serketina me jî naxwazin û got,

“Serketin nêzîk e. Li keleha dawî tugayên rêxistina terorê ya Hemasê ên mayî em ê kontrol bikin.”

Her wiha Netanyahû eşkere kir ew fikarên di vê derbarê de fêhm dike û da zanîn ji bo derxistina gel ji qada şer dixebite.

Şerê li Xezayê 127 roj li pey xwe hişt

Back to top button