Ji bo vekîşîna Hêzên Koalîsyonê civînên Iraq û Amerîkayê

Ji bo vekişîna Hêzên Koalîsyona Navneteweyî di navbera Iraq û Amerîkayê de hevdîtin pêk tên.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul ragihand ku di civînê de rewşa siyasî, asta metirsiyan hatiye nirxandin.
Her wiha şêwirmendê serokwezîrê Iraqê ragihand ku Iraq bêyî amerîkayê nikare êrişên çekdarî kontrol bike.

Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resul da zanîn ku civînên ji bo nirxandina rewşa leşkerî, asta metirsiyan û vekişîna hêzên Koalîsyonê ya ji Iraqê, bi Amerîkayê re destpêkirine.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul derbarê civîna Iraqê ya bi Amerîka re ji bo vekişîna Hêzên Koalîsyonê ji Iraqê, daxuyaniyek belavkir.

Li gorî daxuyaniyê lijneyek leşkerî ya Iraqê bi hêzên Koalîsyona Navnetewî re li Bexdayê civiyane.

Hate gotin ku di civînê de rewşa siyasî, asta metirsiyan hatiye nirxandin.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku di civînê de ji bo kêmkirina şêwirmendiyê bernameyek demkî tê danîn û ev yek wê heya dawiya erkê hêzên koalîsyonê ya ji bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê dewam bike.

Li gorî medya Iraqê jî di navbera Iraq û Amerîkayê de, ji bo vekişîna hêzên Koalîsyona Navnetewî ji Iraqê, 3 lijne hatine avakirin.

Tê gotin wê civînên bi heman mijarê di navbera Iraq û Waşîntonê de dewam bikin.

Şêwirmendê Sudanî: Iraq bêyî Amerîka nikare êrîşan kontrol bike

Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê yê ji bo kar û barên ewlekariyê Hisên Elawî derbarê civînên di navbera Iraq û Emerîkayê de ji medya Iraqê re axivî.

Hisên Elawî diyarkir ku ya wan û welatên hevpeyman dike yek, peywendiyên siyasî û leşkerî ne, ev jî wana ber bi alîkariya aborî û leşkerî ve dibe.

Elawî di dewamê de got;

“Di warê pêşxistina çek, êrişên çekdaran, perwerdeya leşkerî û alîkariya îstîxbaratî de, pêwîstiya me bi welatên biyanî heye, ji ber ku bê Amerîkayê em nikarin êrişên çekdaran kontrol bikin.”

Back to top button