Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Şamê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Ebdullahiyan serdana Şamê kir û bi hempêşiyê xwe ya hikumeta Şamê civiya.

Êrişên Îsraîlê ên li ser xaka Sûriyê li dijî çekdarê û leşerkên Îranê dewam dikin.

Neriya çend rojan Îsraîlê di nava êrişên xwe balyozxaneya Îranê li Şamê bombebaran kir.

Di êrişê de, 13 kes di nav de, 7 pasdarên şoreşê ya Îranê hatin kuştin.

Îranê piştî vê êrişê bertekên tund nîşan da û teqez kir ku êrişê wê bêberisv nemîne.

Di vê aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de, wezîrê karên derve yê Îranê Ebdullahiyan û şandeyek pê re serdana Şamê kir.

Li gorî rojnameya El Wetan a hikumeta Şamê wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad pêşwaziya Ebdullehiyan kir.

Çavkaniyan diyar kir ku di civînê de, êrişa Îsraîlê ya li ser balyozxaneya Îranê ya li Şamê, têkiliyên dualî û rewşa li Xezayê nîqaş kirin.

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de 8 berpirsên Îranî hatin kuştin

Back to top button