Urdunê hewldana derbaskirina narkotîkê li ser sînorê Sûrî-Urdunê têk bir

leşkerên Urdunê li ser sînorê Sûrî-Urdun hewldanên derbaskirina madeyên narkotîkê têk birin.

Li rex vê aloziyê, li ser sînorê Sûr-Urdun hewldanên derbaskirina madeyên narkotîkê di nava xaka Urdunê didomin.

Şevê din bazirganên narkotîkê yên hizbullaha Îranê xwestin û madeyên Narkotîkê derbasî Urdunê bikin.

Piştî leşkerên Parastina sînor yê Urdunê yê ev yek ferq kirin, di navbera aliyan de şer derket.

Di encamê de, 2 çekdarên Hizbullah hatin kuştin çend leşkerên din birîndar bûn.

Her wiha leşkerên Parastina sînor yên Urdunê miqdarek madeyên narkotîkê girtin.

Back to top button