Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê piştgirî da Pêngava KCK’ê

Nûnerên sazî û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê piştgirî da Pêngava KCK’ê ya “Dema Azadiyê ye” û da xuyakirin ku ev Pêngav; statuya herêmê diparêze.

Serokê Borda Navneteweyî ya Belgekirina Sûcên Jenosîdên Gelê Kurd Mihemed Şîraz diyar kir ku ew li dijî sûcên dewleta Tirk, di nava çalakiyan de ne û hêviya serkeftinê anî zimên.

Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Runak Mecîd jî da zanîn ku Pêngava KCK’ê, ji bo statuya Başûrê Kurdistan û têkbirina hemû qeyranan e.

Çalakvanên civaka sivîl jî destnîşan kir ku ev Pêngav bibandor e û erkê hemûyan e ku piştgiriyê bidinê û got:

“Divê em bi kampanya, fişar û çalakiyên cur be cur bikarin ji pêngavê re bibin bersiv.”

Back to top button