Civaka navdewletî banga rawestandina şerê Azerbeycan û Ermenistanê dike

Bi gurrbûna şerê li Qerebaxê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de, ji gelek aliyên navdewletî ve, bangên rawestandina şer li her du welatan hatin kirin. Di heman demê de, dewleta Tirk piştgiriya xwe ji bo Azerbeycanê eşkere dike û nifşekî din ê çeteyên Sûrî şand Azerbeycanê.

Bi berdewamiya şerê navbera Ermenistan û Azerbeycanê li herêma Qerebax a bi nakok re, civaka navdewletî bang li her du aliyan kir ku şer rawestînin û li ser maseya danûstandinan rûnin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Stevin Begon, bang li Ermenistan û Azerbeycanê kir ku yekser şer rawestînin.

Begon, daxwaz ji Bako û Yerîvan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dest bi danûstandinan bikin.

Ji aliyê xwe ve NY jî banga rawestandina şer û vegera li diyalogan kir.

Her wiha YE, Almanya, Rûsya, Fransa û Îtalya jî heman bang li her du aliyan kir.

Çavdêr dibînin ku ji ber rola Enqere di gurrkirina rewşê de heye, dibe vê carê şer bêhtir dewam bike.

Jixwe Enqere, li ser zimanê berdevkê serokatiyê, wezîrê Parastinê û berdevkê AKPê, piştgiriya xwe ji bo Azerbeycanê ragihand.

Di heman demê de, dewleta Tirk, nifşekî din ê çeteyên Sûrî, ku Erdogan wan ji bo gurrkirina şer li her devera ku dixwaze bi kar tîne, şand Azerbeycanê.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, duh dewleta Tirk bêtirî 300 çeteyên Sûrî yên li Efrînê şandine Azerbeycanê.

Tê zanîn, şerê Ermenistan û Azerbeycanê, li ser komara Qerebax, ku ji aliyê navdewletî ve mikurhatin pê nehatiye kirin, rû dide.

Herî dawî jî duh Serokwezîrê Ermenistanê Nîcol Başiniyan ragihand, ku welatê wî, mikurhatina bi serxwebûna komara Qerebax, lêkolîn dike.

Back to top button