Li Kerkûkê operasyonên dijî DAIŞ’ê

Di oprasyona dawî ya hêzên Iraqê li parêzgeha Kerkûkê de 2 DAIŞ’î hatin kuştin.

Navenda Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê derbarê operasyona ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê pêk anî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihand ku hêzên Koalisyona Navdewletî li Geliyê El-Kûr ê Kerkûkê êrîşên asîmanî dijî deverên DAIŞ’ê pêk anîn.

Di êrîşên asîmanî de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û çeteyek jî hat girtin.

Di êrîşê de cihên çeteyan ku lê diman, hatin rûxandin.

Li gorî Navenda Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê li deverên çeteyên DAIŞ’ê ku hatin bombebarankirin, çeteyan amadehiya êrîşên terorîst dikir.

Back to top button