Seroka EUTCC: Ji bo Abdullah Ocalan divê her kes bikeve tevgerê

Seroka Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewropayê (EUTCC) lêkolînera pirsgirêka Kurd Karian Therese Westerheim li ser pergala êşkenceyê Îmraliyê axivî.
Karian Therese Westerheim got: “Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê nûnerên Kurd ji her demê bêtir beşdarî xebatên diplomatîk ên li ser asta neteweyî û navneteweyî bibin.”

Seroka Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewropayê (EUTCC) lêkolînera pirsgirêka Kurd Karian Therese Westerheim pergala êşkenceyê ya li girtîgeha Îmraliyê ya li dijî Rêber Apo û tevgerên ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji ANHA’yê re nirxandin.

Karian Therese Westerheim di destpêka axaftina xwe de wateya “girtiyê siyasî” şîrove kir û got:

“Girtiyê siyasî mirovek e, ji ber îdeoloiya xwe ya siyasî yan jî ji ber ku nêrîna xwe ya îdeolojîk parve kiriye, hatiye girtin. Girtîgeh wekî wesîleya li dijî tundiya siyasî bi kar tîne.”

Karian Therese: Ocalan jiyana bi mîlyonan Kurdan guhert

Li ser kesayeta Rêber Abdullah Ocalan jî Karian Therese Westerheim wiha got:

“Ji girtiyên siyasî yên navdar li Tirkiyeyê û li ser asta navneteweyî Abdullah Ocalan e.

Abdullah Ocalan û hêza wî ya parastinê, di serî de tevgera rizgariya siyasî jiyana bi mîlyonan Kurdan guhert, cesaret da xelkê, rêxistin û tevgerên derveyî sînorê Tirkiyeyê jî.”

Karian Therese Westerheim bal kişand ser bandorên tecrîdê li ser girtiyên siyasî û ev nirxandin kir:

“Ji bo başkirina tenduristiya girtiyan divê mercên girtîgehê baş bin.

Lê di rastiyê de derfetên baş li Îmraliyê nîn in, rapora CPT’yê jî vê yekê piştrast dike.”

Karian Therese: Ji bo şikandina tecrîdê tevgereke xurt lazim e

Karian Therese Westerheim bal kişand ser tevgerên ji bo rakirina tecrîdê û got:

“Ji bo başkirina mercên girtîgehê, yan jî ji bo azadkirina wî bangawazî têne kirin.

Ji bo em karibin vê armancê pêk bînin xebateke diplomatîk wekî; hewldan li gel desteyên navneteweyî wekî Neteweyên Yekbûyî yan Yekitiya Ewropa pêwîst in ku karibina aliyên têkildarî teşwîqî diyalogên dîtina çareseriyê bikin.

Divê berpirsên siyasî û nûnerên Kurd ji her demê bêtir beşdarî xebatên diplomatîk ên li ser asta neteweyî û navneteweyî bibin.”

Pernando Barrena: Tecrîda li dijî Abdullah Ocalan, dermirovî û neheqî ye

Back to top button