Krîza S-400’an û Tirkiye..Bob Menendez: Ev yek wê şaştiyek mezin be

Tirkiye ji bo nêzbûna xwe ya Rûsya, beşeke din ya S-400’an dikire. Ev nûçeyên di çapemeniya Rûsya de hatîn belavkirin, rastî berteka Waşîngtonê hat.Senatorê Amerîkî Bob Menendez got: Tirkiye bi xurtkirina têkliyên xwe yên bi şirketên parastinê yên Rûsya re, şaştiyeke mezin dike.

Di nava rojên dawiyê de, çapemeniya Rûsya ragihand ku Tirkiye wê beşa duyemîn ya pergala parastinê asmanî ya S-400 bikire.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Senatorê Demokrat Menendez got:

“Ez ji nûçeyên ku Tirkiye li ser kirîna beşeke din a parastinê ya mûşekên S-400 ji Rûsyayê, pir bi fikar im. Ev yek bi awayekî eşkere dikeve binpêkirina cezayên CAATSA de. Di dema ku Rûsya êrişa xwe ya hovane û neqanûnî ya li ser Ukraynayê didomîne, berpirsiyarî û derfeta Tirkiyê heye ku bi xurtî girêdana xwe ya ji bo aştî û ewlehiya herêmê ji NATOyê re nîşan bide.”

Menendez got, “Divê Amerîka zelal be. Berfirehkirina peywendiyên Tirkiyê bi sektora berevaniyê ya Rûsyayê re wê bibe şaştiyeke mezin ku ewlehiya hevalbend û hevkarên me yên NATOyê yên li Ewropayê bixe xeteriyê.”

Di civîna çapemeniyê ya rojane ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de jî ev mijar hatibû rojevê.

Berdevkê Ned Price diyar kir ku ev nûçe di ajansa TASS a Rûsî de cih girtiye û got,

Agahiya wan ji geşedanên nû yên di vê mijarê de nîne.

Derketina nûçeyeke wiha di çapemeniya Rûsyayê de, hemwextî nîqaşên kirîna Trikiye a balafirên F-16 ji Amerîkayê pêk hat.

Serokatiya Pişesaziya Parastinê ya Tirkiyê jî piştî derketin nûçeyê bi 5 saetan daxuyaniyek da û got;

Tiştek nû tineye.

Pêvajo li gorî lihevkirina di roja despêkê de dimeşe.”

Back to top button