Artêşa Tirk gundê Dirdara yê Til Temirê topbaran kir

Êrişên dewleta Tirk a qirker li dijî herêmê dewam dikin, herî dawî jî gundekî Til Temirê hat topbarankirin. 

Artêşa dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê careke din gundê Dirdara yê Til Temirê topbaran kir.

Derbarê zirarên topbaranê û encamên wê ti agahî nehatin bidestxistin.

Berî vê êrişê bi çend deqeyan b​​​​alafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Kobanê digeriyan.

Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hema bêje rojane hene.

Tevî ku agirbestek li herêmê hatî ragihandin jî lê dîsa dewleta Tirk dev ji êrişên xwe bernade.

Li hember vê jî Rûsyaya garantor xwe li bêdengiyê daniye û wekî ku kor e çavê xwe ji êrişan re digire.

Back to top button