Li Binarê Qendîlê bi çalakiyekê bikaranîna çekên Kîmyewî hat şermezarkirin

Bikaranîna çekên Kîmyewî li dijî gerîlayên azad li Binarê Qendîlê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Çalakî li gundê Alye Reş a Binarê Qendîlê hat lidaraxistin û têde li ser navê çalakgeran daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çekên Kîmyewî ku dewleta Tirk bi kar tîne ziyanê dide mirvahî û jîngeha Kurdistanê.

Çalakgeran piştrast kir ku her êrişek dewleta Tirk a qirker li dijî Kurdistanê wê rastî berxwedaneke dîrokî were.

Di dawiyê de bang li partiyên li Başûr û raya giştî ya cîhanê hat kirin ku li hemberî êrişan xwedî helwest bin.

 

 

Back to top button