Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 123 kesên din bi Coronayê ketin, 8 jî mirin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî 123 kesên din bi Coronayê ketin, 8 kes jî mirin.

Dsteya Tenduristiyê ya herêmê pêketina 123 kesên din bi vîrûsa Coronayê ragihand.

Desteyê her wiha eşkere kir ku 8 jî bi vîrûsê mirine ku 3 kes ji wan ji Tebqayê ne.

Heta niha li herêmê 36 hezar û 295 kes bi vîrûsê ketine, ji wan hezar û 404 mirine û 2 hezar û 471 jî baş bûne.

Qedexeya derketina derve li Tebqayê di roja 4’an de ye

Bi zêdebûna jimaran pêketiyên vîrûsê li Tebqayê Rêveberiya herêmê qedexeya derketina derve ragihandibû.

Qedexe îro di roja 4’an de ye û wê heta 6 rojin din jî dewam bike.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê bi riya televizyona me bang li şêniyan kiribû ku li gorî biryarê tev bigerin.

Back to top button