TJK- Ewropa li Strasbûrgê çalakiyek da destpêkirin

Li dijî tecrîd û faşîzma dewleta Tirk TJK- Ewropa li Strasbourgê çalakiya ku wê mehekê bidome, da destpêkirin.

Li bajarê Fransa Strasbûrgê li ber Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û CPT, Kurd dîsa di nava çalakiyan de ne.

Li rex çalakiya nobetê ku ji 2012’an ve didome, TJK-Ewropayê qonaxeke nû ya çalakiyan a bi “Pêngava Dem Dema Azadiyê” ye ragihand.

Ev çalakî bi daxuyaniyekê hat destpêkirin û tê de êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê hatin bibîrxistin û şermezarkirin.

Çalakî wê 4 hefteyan her roj li heman cihî dewam bike.

Back to top button