KNK’ê cejna Remezanê li şervanên azadiyê û cîhana Îslamê pîroz kir

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê cejna Remezanê li girtî û şervanên azadiyê, gelê Kurdistanê ,û alema Îslamê pîroz kir.

KNK’ê bi bi wesîleya Cejna Remezanê ya alema Îslamê peyamek weşand û got:

“Li tevahiya Kurdistanê êrişên qirkirinê,li ser gelê kurd didomin û gefên dagirkerî ,her diçe ,li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêdetir dibin.”

KNK’ê da zanîn ku ew di nava aloziyekê de Cejna Remezanê pêşwazî dikin li tevahî alema Îslamê pîroz dikin.

KNK’ê di berdewamiya peyamê de diyar kir ku dewleta Tirk, dixwaze Kurdistanê dagir bike da ku wê dagirkeriyê xwe berfirehtir bike, bi taybetî li devera Metîna, Zap û Avaşîn, operasyonên berfireh pêk bîne.

KNK’ê di şexsê berxwedana gerîla ya Metîna, Zap û Avaşînê de, berxwedana hemû hêzên berxwedêr ên Kurdistanê silav kir.

Back to top button