Di encama êrîşên Îsraîlî yên li ser Xezayê de 67 kesên din hatin kuştin.
Li gelek bajarên Filistînê xwepêşandan û pevçûnên polîs û sivîlan hê berdewam in. Li çend welatan jî ji bo Filistîniyan xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çarçoveyê de, Serokên Amerîkayê Joe Biden banga bidawîkirina hevrikiyê li Netanyahu kir.
Şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de gurtir bûye.
Li gorî ragihandina herêmî, li Xezayê 67 kes di nav de 17 zarok, 6 jin û temenmezin di encama êrîşên Îsraîlî de hatin kuştin û 388 jî birîndar bûne.
Her wiha di bombebarankirina Birc El-Şirûqê yê Xezayê de 3 kes hatin kuştin.
Komên Filistînî berbanga îro çend mûşek avtên herêmên başûr û nava Îsraîlê.
Li ser vê, Rojnameya Yedîût Ehronot ya Îsraîlî anî ziman ku Hemasê dûriyên mûşekên xwe zêde kirine.
Wezareta Hundirîn a Xezayê jî ragihand ku balafirên Îsraîlî piştî rûxandina baregeha Dezgeha Ewlekariya Hundirîn a li Xeza û Bakurê, baregeha Dezgehê ya li Xan Yûnisê jî rûxand.
Îsraîl: 7 Cihû ji destpêka şer ve hatine kuştin
Li gorî Artêşa Îsraîlî ji destpêka operasyona “Haris El-Eswar” ve, tenê 7 Cihû hatine kuştin û 3 kes jî li bajarê Asqelonê birîndar bûne.
Li Qudsa Rojhilatî polîsan bombeyên dengî avêtin Bab El-Amûd ê Aqsayê
Li Qudsa Rojhilatî polîsên Îsraîlî digel berdewambûna pevçûnan bombeyên dengî avêtin Bab El-Amûd ê mizgefta Aqsayê.
Piçekî biherikîne
Li bajarê Lidê jî di navbera niştecihên Cihû û Ereb de pevçûnan rû da, û li wir polîsan destwerdan kir.
Li bajarê Bat Yamê yê Îsraîlî jî tevlihevî ji ber xwepêşandanên ji bo Filistînê derketin.
Li Urdin, Îran, Yûnanistan û Almanyayê xwepêşandan hatin lidarxistin
Li aliyekî din, li Urdin, Îran, Yûnanistan û Almanyayê xwepêşandanên girseyî ji bo Filistînê hatin lidarxistin.
Dîmen çend çirkeyan (sanî) biherikîne û navên li jêr li berê deyîne
Eman, Tehran, Atîna, Berlîn
Rewenda Cihû li Roma û New Yorkê meş bo piştgiriya Îsraîlî li dar xistin
Li peytexta Îtalyayê Romayê, her wiha li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê rewenda Cihû ji bo destekdayîna Îsraîlê meş pêk anîn.
Joe Biden ji netanyahu xwest ku vî şerê rawestîne
Di çarçoveyê de, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi peywendiyekê bi Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu re xwest yekser vî şerê bi dawî bike.
25 parlamenterên Kongressê jî bi nameyekê ji Wezîrê Derve Anthony Blinken xwest ku fişarên dîplomatîk li Îsraîlê bikin, da ku koçkirina Filistîniyên taxa Şêx Cerah a Qudsê bidin rawestandin.
Çîn, Tûnis û Nerweçê banga lidarxistina civîneke awarte kir
Ji bo gengeşekirina geşedanên dawî, Çîn, Tûnis û Nerweçê banga lidarxistina civîneke awerte kir.
Jixwe li gorî ajansa Farnsî AFP îro civîna vekirî ya pêşniyarkirî dê bi beşdariya Filistîn û Îsraîlê were lidarxistin.