Meclisa Leşkerî ya Suryanî: Cejn li tevahiya gelên Sûriyê pîroz be

Meclisa Leşkerî ya Suryanî Cejina Remezanê li tevahiya misilmanên Sûriyê pîroz kir.

Meclisa Suryanî bi daxuyaniyeke nivîskî got:

“Cejina Remezanê li malbat û dayikên şehîdan, li xwîşk û birayên li seranserî welat bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûrî bi taybetî pîroz be.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi vê boneyê, ji bo rûbirûbûna gef û êrîşên li ser herêmê, her wiha parastina destkeftiyan, banga yekîtî û hevgirtina gelên Bakur û Rohilatê Sûrî kir.

Back to top button