Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyani da.
PKK’ê got: Divê sîstema Îmraliyê bê parçekirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez bê misogerkirin.
Sê sal in ti agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin, dewamkirina vê rewşê ti carî nayê qebûlkirin.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê bi vî rengî ye:
“Rêber Apo 25 sal in li dijî êrîşa komploger û sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê bênavber li ber xwe dide.
Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê Kurd û hêzên demokratîk 25 sal in li dijî komployê û sîstema Îmraliyê têdikoşin.
Em dixwazin di sala 26’an de komployê bi temamî têk bibin, sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê bi temamî parçe bikin.”
PKK: Rêber Apo êrîşên îmhaker têk bir
PKK’ê da diyar kirin ku Rêber Apo komplo têk bir û got:
“Êrîşên komploger ên 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an bêguman êrîşeke siyaset û mejiyê qirkirina Kurdan bû.
Lê Rêber Apo têkoşîna Îmraliyê ya dîrokî qezenç kir û polîtîkaya rizandinê ya Îmraliyê têk bir.”
PKK: Azadiya Rêber Apo wê Kurdistanê azad bike, Tirkiyeyê demokratîk bike
Komîteya Rêveber a PKK’ê got azadiya Rêber Apo azadiya kurdisyan û demokratîkbuna Tirkiyê ye û doman:
“Bi ferzkirina neçareseriyê li ser pirsgirêka Kurd hewl didin Kurdistanê bikin qada şerekî dawî lê nayê. Tirkiye di bin dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê de bê hiştin.
Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd biafirîne, Kurdistanê azad bike û Tirkiyeyê demokratîk bike.”
PKK: Şert e ku tecrîd bê şikandin, faşîzm bê hilweşandin
Komîteya Rêveber a PKK’ê em sala 26’an bikin sala têkçûna komployê û got:
“Divê sîstema Îmraliyê bê parçekirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez bê misogerkirin.
Jiyanek di bin sîstemeke bi vî rengî ya tecrîd, êşkence û qirkirinê de êdî nayê jiyîn.
Sê sal in ti agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin, dewamkirina vê rewşê ti carî nayê qebûlkirin. Şert e ku êdî tecrîd bê şikandin, faşîzm bê hilweşandin û ev yek wezîfeya bingehîn a vê demê ye.
Em çalakiyên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê bigihînin asta herî bilind. Em ‘Roja reş’ a 15’ê Sibatê ronî bikin û roja qirkirina Kurdan bi ketina sedsalê re bikin roja azadiyê.”
Sabrî Ok: Komploya Navneteweyî ku hatibû plankirin negihişt armanca xwe