Li Minbicê xebatên komkirina îmzeyan bi dawî bû

Li kantona Minbicê jî xebatên komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bûn.
Hate ragihand ku di hemleyê de 711 hezar û 180 îmze hatine komkirin.

Însiyatîfa Gel a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniya bidawîkirinê da.

Insiyatîfê ragihand ku piştî komkirina zêdeyî 711 hezar îmze, xebatên komkirina îmzeyan li kantonê bi dawî bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Ji bo ku em dengê xwe bigihînin cîhanê da ku

Ji bo cîhan berpirsyariyên xwe li hemberî vîna gelan bicihbînin û siyaseta hovane ya ku desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din li Îmraliyê bi dawî bike, me dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir.

Piştî komkirina 711 hezar û 180 îmzeyan pêngava me bi dawî bû.”

Dawiyê soz hate dayîn ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, dê rêya têkoşîn û berxwedanê dewam bike.

Her wiha greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku bi heman armancê dewamin, hat silavkirin.

Pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Apo

Back to top button