Li 4 kantonan bêtirî 2 mîlyon û 200 hezar îmze hatine komkirin

Di meha remezanê de, xebatên komkirina îmzeyan ên li kantona Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê dewam dike.
Li her 4 kantonan heta niha bêtirî 2 mîlyon û 200 hezar îmze hatine komkirin.
Şêniyan di dema îmzeyan de, balkişandin ser girîngiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Ji 9’ê Sibatê ve, xelkên herêmê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdarî pêngava komkirina îmzeyan dibin.

Komîteyên komkirina îmzeyan li kantonên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê xebatên xwe li bajar û gundewarên wan didomînin.

Li Minbicê pêngav di qonaxa 2. de li gundewarên bajar didome.

Heta niha li xeta Farat a rojavayê Minbicê 70 hezar îmze hatine komkirin.

Şêniyên gundewaran jî bi coşeke mezin tevlî hemleyê dibin.

Girêdayî wê, hevseroka meclisa xeta Firat Helîme Cuma ji ajansa Hewarê re got:

“Şênî bi coş tevlî pêngavê dibin.

Xet û meclisên sivîl jî di vê pêngavê de erkê xwe baş pêk tînin.”

Li gorî rêveberan heta niha li bajarê Minbicê 111 hezar û 600 îmze hatine komkirin.

Li kantona Reqayê jî heman xebat li nav taxên bajêr tê meşandin.

Heta niha 600 hezar îmze hatine komkirin û hîn jî pêngav dewam e.

Li bajarê Tebqa ya ku pêngav bi dawî bû, 102 hezar îmze hatin komkirin.

Li kantona Dêrazorê rêveberê pêngavê dan zanîn ku heta niha li kantonê 329 hezar û 208 îmze hatine komkirin.

Çaverê ye ku pêngava komkirina îmzeyan li van kantonan li dawiya meha Adarê bi dawî bibe.

Ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo nêzî 3 milyon îmze hatine komkirin

Doh jî Înîsiyatîfa Azardiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, destnîşankir ku di nava 35 rojên derbasbûyî de, 2 milyon, 876 hezar û 709 îmze hatine komkirin.

Armanca sereke ya însyatîfê di çarçoveya pêngavê de, komkirina 3 mîlyon îmze ye.

Piştre jî, wê îmze ji bo Konseya Yekîtiya Ewropa bêne şandin.

Back to top button