Ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo nêzî 3 milyon îmze hatine komkirin

Înîsiyatîfa Azardiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê destnîşankir ku di nava 35 rojan de, nêzî 3 mîlyon îmze kom kirine.

Înîsiyatîfê, derbarê pêngava komkirina îmzeyan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya ku li ser malpera înîsiyatîfê hat weşandin de, hat diyarkirin ku pêngav heta digihîje armanca xwe wê bidome.

Hat destnîşankirin ku di 35 rojan de bi beşdariya hemû gel, çand û pêkhateyên herêmê 2 milyon, 876 hezar û 709 îmze hatine komkirin.

Dawiya daxuyaniyê hat gotin, armanca pêngavê komkirina 3 mîlyon îmzeye û heta gihiştina vê armancê wê pêngav dewam bike.

Înîsiyatîfa Azardiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji bo azardiya fîzîkî ya Rêber Apo 9’ê Sibata 2024’an li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêngavek dabû despêkirin.

Piştî dawîbûna pêngavê, wê îmze ji bo Konseya Yekîtiya Ewropa bêne şandin.

Back to top button