Li Dirbêsiyê nêzî 22 hezar îmze ji bo azadiya Rêber Apo hatin komkirin

Di çarçoveya pêngava komkirina îmzeya bo Rêber Apo de, li navçe û bajarokên Dirbêsiyê heta niha nêzî 22 hezar îmze hatine komkirin.

Komîteya komkirina îmzeyan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê dest bi xebata xwe kir.

Komîteyan li 24 komînên navenda navçeyê û 4 bajarokan îmze kom kirin.

Di hemleyê de komîteyan serdana malan kir, hemle û armancên wê ji şêniyan re şîrove kirin.

Berdevka însiyatîfê ya navçeyê Diyana Ebdullah got:

“Em hewl didin dengê şêniyan ê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi rêya vê pêngavê ragihînin.”

Diyana dazanîn ku heta niha wan di çarçoveya pêngavê de, nêzî 22 hezar îmze li komînên navçeyê û bajarokên wê kom kirine.

Pêngav wê heta 4’ê Nîsanê dewam bike.

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9’ê Sibatê pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo da destpêkirin.

Piştî bawîbûna pêngavê wê îmze ji bo Konseya Yekîtiya Ewropa bêne şandin.

Pêngava komkirina îmzeyan ji bi azadiya Rêber Apo didome

Back to top button