13 sal ji şer û aloziyê: Bêtirî 507 hezar kuştî

13 sal ji şer û aloziyê.
Mirina bêtirî 507 hezar welatiyan.
Ji çaran sêyê welat pêwistiya wê bi alîkariya mirovî heye.
Nûnerê taybet ê NY’ê yê Sûriyê Pederson jî dibêje, tenê bi rêya çareseriya siyasî dikare hêviya welatiyan geş bike.

  • + 507,000 kuştî
  • 7,2 mîlyon koçberiya hindir
  • + 5 mîlyon koçberiya derve
  • Bêtirî 507 hezar kuştî.
  • Xizanî û alîkarî

7,2 mîlyon koçberiya li hindirê welat.

Bêtirî 5 milyon koçberiya derveyî welat.

Ji çaran sêyê welatiyan pêwistiya xwe bi alîkariya mirovî heye.

Ev sîmayek biçûk yê ji rastiya şerê li sûrî yê di neynikê de, xuya dike ye.

Îro welatiyên Sûrî 13 sal ji şer, alozî û kirîzê li pey xwe dihêle.

Welatiyên Sûrî 15’ê Adara 2011’an ji bo demokrasî û wekheviyê daketin qadan.

Lê rewşa niha li welat ji xeyalên şoreşa Sûriyan pir dûre.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di aloziyê de zêdetirî 169 hezar sivîl hatin kuştin.

Di nav de bêtirî 15 hezar jin û 25 hezar zarok hene.

Her wiha zêdetirî 343 hezar leşker hatin kuştin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku pêwîstiya 16.7 milyon kesan li Sûriyan bi alîkariyên mirovî heye.

Ev dike ji nêzî çaran sêyî welatiyan.

NY’ê ragihand ku nêzî 7.2 milyon Sûriyên li hundirê welat koçber bûne.

Heta niha li pêşiya hewldanên NY’ê yên ji bo dîtina çareseriya siyasî, astengî hene.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî bingehên demokratîk, gelek însiyatîf ragihandin, lê belê hêzên navneteweyî û herêmî û hin hêzên girêdayî derve, negihiştin encamê.

Sala borî, li qada dîplomatîk a Sûriyeyê guhertin çêbûn, Şamê ji nû ve têkiliyên xwe bi gelek dewletên Ereban re vegerandin, di serî de Erebistana Siûdî.

Kursiya xwe ya di Komkara Erebî de vegerand û El-Esed tevlî lûtkeya Ereban a di Gulanê de li Ceddayê bû.

Back to top button