Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin

Îro li Bakurê Kurdistanê agirê Newroza 2024’an li bajarê Mazlum Dogan navçeya Depê hate vêxistin.
Di pîrozbahiya Newrozê de ku bi hezaran kes tevlî bûn, peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo Newrozên salên derbasbûyî hatin xwendin.
Beriya şahiyê şehîd Mazlûm li ser gora xwe hate bibîranîn.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li wir axivî û got: “Agirê ku Mazlum Dogan vêxistibû îro bûye meşaleya azadiyê.”

Li Bakurê Kurdistanê pîrozvahiya Newroza îsal ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li bajarê Mazlum Dogan li navçeya Depê ya Xarpêtê destpêkir.

Berî destpêkirina pîrozvahiya Newrozê Şehîd Mazlum Dogan û birayê wî Delîl Dogan li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di bîranînê de axivî û wiha got: “Agirê ku Mazlum Dogan vêxistibû îro bûye meşaleya azadiyê.”

Piştre jî girserya gel ji bo pîrozvahiya Newrozê berê xwe dan qada pîrozvahiya Newrozê bûn.

Di pîrozbahiya Newrozê de ku bi hezaran kes tevlî bûn, peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo Newrozên salên derbasbûyî hatin xwendin.

Hevserokat Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li wir axivî û kesên di komkujiyên Helebçe û Beyazitê hatine qetilkirin bi bîr anî.

Tulay Hatîmogûllari banga çarseriya pirsGirêka Kurd kir û got:

“Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, ji bo azadiya gelên Tirkiyê û demokrasiyê girîng e.

Werin em bi hev re pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bikin.

Werin em ji bo çareseriyê dest bi guftûgo û hevdîtinan bikin. ”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî bal kişand ser rola Rêber Apo a di çareserkirina pirsgirêka kurd de û got:

“Birêz Abdullah Ocalan hê jî qasidê aştiyê ye.”

Back to top button