Îro li bajarê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan starta Newrozê tê dayîn

Her diçe 21’ê Adarê cejna Newrozê cejna vejîn û berxwedanê nêz dibe.
Kawayê hemdem Mazlûm Dogan yek ji remza vê cejna netewî ye.
xwîşka Mazlûm Dogan Serap Doxan derbarê tekoşîna birayê xwe de axivî û got: Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan rê li ber kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin, girt.

Starta Newroza îsal a bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were pîrozkirin, îro li navçeya Dep a Xarpêtê tê dayîn.

Navçeya Depê, bajarê yek ji Pêşeng, şoreşgerê mezin, Kawayê hemdem Mazlum Dogan e ku di 21’ê Adara 1982’yan de agir berda bedena xwe.

Lewma dayîna starta Newrozê ya li Depê, xwedî wateyeke cuda ye.

Derbarê berxwedan û tekoşîna Mazlûm Dogan de xwişka wî Serap Dogan axivî.

Mazlûm Dogan Adara 1982’an agirê Newrozê berda bedena xwe

Serap Dogan got ku wan dixwest di girtîgehê de kurdîtiyê tune bikin. Lê Mazlum rê li ber vê girt û wiha dewam kir:

“Birayê min hêj di dema dibistanê de dest bi têkoşîna xwe kir û di pêvajoyên din ên perwerdeya xwe de jî qet ji têkoşînê qut nebû.

Gelek caran çûm serdana wî ku di van hevdîtinan de qala êşkenceya ku dîtiye, dikir.

Ji ber serdana me jî êşkence li wan dikirin. Tevî vê yekê jî derdiketin hevdîtinê.”

Serap Dogan: Birayê min rê di girtîgehê de kurdîtî bi bedena xwe ronî kir

Xwişka Mazlûm Doxan Serap Dogan axaftinên birayê xwe bi bîr xistin û got:

“Mazlum ji min re got;

‘Heke hûn xelasiya me bixwazin, divê em zêde bibin.

Rastiya me û mafdarbûna me ji gel re vebêjin.

Piştî çalakiya bi 3 zilikên şixarteyê, Mazlum li tevahiya cîhanê hate naskirin.

Serap Dogan: Birayê min bi Newrozê re bûye sembol

Serap Dogan di dawiya axaftina xwe de diyarkir ku birayê wê bi Newrozê re bûye remzek, ji ber vê yekê divê tevlîbûna ji Newroza navçeya Depê ya Xarpetê ku bajarê Mazkûm Dogan e, mezin be.

Back to top button