“Divê em di Newroza Qendîlê de bersivekê bidin dijminê xwe”

Wê Newroza Îsal li Binarê Qendîlê bi şahiyeke mezin were pîroz kirin .
Ji bo beşdarbûna şahiyê gelek bang hatin kirin.

Wê di 21’ê Adarê de li Binarê Qendîlê bi şahiyek mezin cejna Newrozê were pîrozkirin.

Tê payîn bi hezaran kes tevlî bibin û ji nihade amadekariyên li cihê pîrozbahiyê temam bûne.

Ji bo tevlîbûna Newroza Qendîlê bê navber bang tên kirin.

Malbatên şehîdan jî bang li her kesê kirin ku dijî dagirkeriyê tevlî Newroza li Qendîlê bibin.

Mihemed Zudî ku bavê 3 şehîdane vê bang dike;

“Ez bang li hemû malbatên şehîdan, azadîxwaz, nîştimanperwer dikin werin tevlî Newroza Qendîlê bibin.

Em dijî dagirkeriyên ku dixwazin me tine bikin bibin xwedî helwest .

Mihemed bang li Gelê Kurd kir ku ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî Newroza Qendîlê bibin û got;

“Em vê Newrozê bikin ya serkeftina gelê me û bi coşek mezin tevlî bibin û planên dagirkeran têk bibin.”

Dayika şehîdan ya bi navê Kurdistan Helo ku weke dayika Kurdistan tê nasîn jî got;

“Em weke malbatên şehîdan dixwazin Newroza îsal bibe newroza aştî, aramî û serkeftina hemû Kurdan.

Bila bibe Newroza azadiya Rêber Apo, hêvî dikim hemû Kurd ji bo Newrozê berê xwe bidin Qendîlê.

Hunermend Mîdya Husên ji bo tevlîbûna Newroza Qendîlê bang kir

Hunermende navdar yê Kurd Mîdya Husên yek ji hunermendên ku wê beşdarî Newroza Qendîlê bibe axivî.

Mîdya Husên di peyameke vîdyoyî de bi rêya helbestekê bang li hemû gelê Kurd kir ku tevlî pîrozbahiyê bibin.

Silêmaniye-Komîteya malbatên Şehîdan banga tevlîbnûna Newroza Qendîlê kiir

Back to top button