Deklarasyona Newroza 2024’an a li Bakurê Kurdistanê hate eşkerekirin

Starta Newroza 2024’an a li bakurê Kurdistanê bi eşkerekirina deklarasyona li Amedê hate dayîn.
Di deklarasyonê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û yekitiya neteweyî ya gelê kurd xalên sereke bûn.
Hate eşkere kirin wê agirê ewil wê 15’ê Adarê li Warê Mazlum Dogan, were vêxistin û Fînal jî wekî her sal li Amedê be.

“Rabe, dema azadî û serkeftinê ye”

Bi vê diruşmê deklerasyona Newroza 2024’an ku wê 57 navendên Bakurê Kurdistanê bê pîrozkirin, li Amedê hate eşkerekirin.

Deklerasyon, bi tevlîbûna Kongreya Civaka Demokratîk, Tevgera Jinên Azad, Partiya Herêmên Demokratîk û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan hate ragihandin.

Deklerasyona Newroza 2024’an: Gelê Kurd bûye gelê Newrozê

Di serî de hate diyar kirin Newroz a ku ji bo gelê me tê wateya zayîn û jiyaneke nû, di heman demê de tê wateya têkoşîna gerdûnî ya li hemberî feraseta dewleta faşîst.

Hate gotin, meşaleya ku bûye sembola têkoşîna Kawayê Hesinkar, piştî sedan salan li Zindana Amedê di destê Mazlum Dogan de careke din vêketiye û wiha hate gotin:

Meşaleya azadiyê ya ku Zekiye Alkan û Rahşan Demîrel bilind kirine, rêya hebûnê nîşanî gelê kurd daye; Newroz kiriye Newroz û gelê kurd jî kiriye gelê Newrozê.

Deklerasyona Newroza 2024’an: Gelê Kurd wê Newroza îsal veguherîne agirê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadi

Di dewamê de diyar kirin, bi vê berxwedan û baweriyê Newrozê pêşwazî dikin û gelê kurd wê Newroza îsal veguherîne agirê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurdan re çareserî.”

Hate destnîşankirin azadiya Rêber Apo azadiya hemû Kurdan e û ev tişt hate ziman:

Rêzdar Abdullah Ocalan di bin pergala îşkenceya Îmraliyê ya 25 salan de, di her hevdîtinê de rêya aştiyeke bi rûmet nîşan daye.

Lê bi agahînestendina mutlaq re di bin tecrîdeke giran de tê girtin.

Ji ber vê sedemê wê qadên Newrozê bibin qadên ku wê tecrîd were parçekirin, azadiya fîzîkî ya rêzdar were pêkanîn.

Deklerasyona Newroza 2024’an: Newroz yekitî û yekbûna gelê Kurd e

Her wiha hate diyar kirin Newroz bi qasî ku berxwedan û azadî ye; yekitî û yekbûn e jî û ev bang hate kirin:

“Di nav şertên Şerê Dinyayê yê 3. de ku Rojhilata Navîn û dinya ji nû ve tê dîzaynkirin, berpirsyariya me hemûyan e ku di bin vê qirkirinê de em yekitiyê pêk bînin û li hemberî xiyanet û hevkariya bi neyaran helwestê nîşan bidin.

Ev helwest li hemberî gelê me deynekî me ye jî. ”

Li Bakur agirê ewil wê 15 Sibatê li warê Mazlum Dogan were vêxistin

Di dawiya deklerasyonê de hate eşkere kirin wê agirê ewil wê 15’ê Adarê li Warê Mazlum Dogan, navçeya Dep a Xarpetê were vêxistin û 21’ê Adarê jî ewê tekoşîna azadiyê li Amedê tacîdar bikin.

Back to top button