Greva birçîbûnê di di roja 105’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 105’an de dewam dike.
Li girtîgehên Tirkyê jî zextên li dijî girtiyan zêde bûn, Girtiya siyasî Gulistan Al raxtî Gardiyanan bi ser hucreya wê de girtine û rastî êşkenceyê hatiye.
Her wiha bi berxwedana dayikan Çalakiya Nobeta Edaletê didome.

Çalakiya greva birçîbûnê a girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dabûn destpêkirin di roja 105’an de dewam dike.

Ji roja ku çalakiya gireva birçîbûn hatiye despêkirin zextên li girtîgehan zêdetir bûne.

Girtiya siyasî Gulistan Al rastî êşkenceyê hat

Gardiyanan li Girtîgeha Jinan a navçeya Bunyan a Kayseriyê bi ser hucreya Girtiya siyasî Gulistan Al de girtin û dest danîn ser pirtûk, lênûsk û pênûsên wê û êşkence lê kirine.

Dayika wê Emîne Al diyar kir ku keça wê emeliyat bûye û nehiştine bi keça xwe re hevdîtinê bike.

Çalakiya Nobeta Edaletê bê navber didome

Her wiha Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku ji xizmên girtiyan bi armanca piştgiriya Çalakiya greva birçîbûnê dabûn despêkirin bênavber didome.

Nobeda Edaletê ya li Êlihê di roja 38’an de dewam dike.

Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên li bajêr serdana çalakiyê kirin.

Çalakiya Nobetê bi berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Nobeta Edaletê ya li Amedê jî di roja 96’an de didome.

Dayikên Aştiyê yên ku beşdarî çalakiyê bûn sitran û kilamên kurdî gotin.

Çalakiya Nobetê bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zîndana” û “Heq, hiqûq, edalet” dewam kir.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê jî di roja 93’yan de bi serdanan didome.

Şênyên taxa Esenler a navçeya Rêya Armûşê û rêxistina (DEM Partî) ya Seravê serdana çalakiyê kir.

Çalakiya Greva birçîbûnê 104 rojin didome

Back to top button