Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro danê êvarê êrişî gundekî li Minbicê kirin.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bi tundî bersiva êrişan da 2 çete birîndar bû û êriş hate şikandin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro danê êvarê êrişî gundê Muhsinlî yê li Minbicê kir.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker dan.
Bi bersivdana şervana re şere derket.
Di encama şer de 2 çete birîndaran.
Meclisa leşkerî ya Minbicê ragihand ku piştî bersivdaneke tund ya şervana êriş hatiye şikandin.
Û ew çete neçar mane bi paş ve bikişin.