Hêzên Asayişê nasnameya şehîdekî eşkerkir

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşê nasnameya şehîdekî eşekre kir û ji malbata şehîd re sersaxî xwest.

Navendê eşkerekir ku endamê wan yê bi navê Ebullah El Hisên 9’ê Adarê di encama teqîna mayînekî de li Dêrazorê şehîd bû.

Navendê di dewamiyê de qala têkoşeriya şehîd kir û got:

“Şehîd Ebdullah endamekî li pêş bû, li ser xwepêşxistinê dixebitî da ku erka xwe ya parastina welat û gelê xwe pêk bîne.

Em jî weke hêzên Asyişê soz didin ku her dem li ser şopa şehîdên xwe bin.”

Asayîşê di dawiyê de ji malbata şehîd û gelê herêmê re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Ebdulah El-Hisên
Navê Bav: Elî
Navê Dayikê: Inûd
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Dêrezor 1/1/1999
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Xeranîc 1/2/2023
Cih û Dîroka Şehadetê: xeranîc 09.03.2024

Back to top button