HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku gerîlayên azadiyê bi çalakiyên xwe derbên giran li dagirkeran didin.
Her wiha HPG’ê êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li Şêladizê bi bîrxist û diyar kir ku wê ev êrişa bêbersiv nemîne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek da.
HPG’ê da zanîn 7’ê Adarê li herêma Xakurkê û 9’ê Adarê jî li herêma Zapê hêzên wan li dagirkeran dan.
Têkildarî encamên çalakiyan, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Derbarê êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker jî ev agahî hatin parvekirin:
“8’ê Adarê çeperên me yên şer ên gerîla bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Ji 7 heta 9’ê Adarê, herêma Metîna, Zap û Xakurkê bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”
HPG: Namerdiya dewleta Tirk a dagirker wê bêbersiv nemîne
HPG’ê êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li Şêladizê bi bîrxist û diyarkir ku wê ev êrişa bê bersiv nemîne.
8’ê Adarê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de Seîd Mubarek û Aras Ferec şehîd û kurê Seîd Mubarek Salih Mubarek jî birîndar bûbû.
HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got:
“Dewleta Tirk a dagirker ku dijminê sondxwarî yê Kurdan e, bi zanebûn êrişî gelê herêmê dike. Sivîlan dikuje û bi vî rengî sûcê şer dike. Hesabê wê yekê dike bi vî rengî gelê Kurd ê welatparêz bitirsîne û bitepisîne. Artêşa Tirk a dagirker a li hemberî gerîla nikare şer bike, bi rengekî namerdî ji hewayî bombeyan li mirovên sivîl dibarîne. ”
HPG’ê di dawiyê de diyarkir ku divê gelê Kurdistanê yê welaparêz zanibe ev namerdiya dewleta Tirk wê jê re nemîne.