Muazzez Orhan: Kampanya wê pergala desthilatdariyê bixîne

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan kampanya ‘Têkoşîna Jinê li Her Derê ye’ ya ku meclîsa Jinan a HDP’ê daye destpêkirin nirxand û dibêje: “Em dizanin ku wê kampanya pergala serdest a desthilatdariyê bixîne”.

Li Tirkiyê polîtîka û gotinên desthilatdariyê, biryarên darazê û nêrînên zayenda civakî tundiya li ser jinê zêde dike û di pêvajoya vîrusê de jî jinên li malê man zêdetir rastî tundiyê hatin.

Tu navnîşan ji bo jinên bi tundiyê re tên rû hev nehatin nîşandan, li aliyê din jî ji bo şaredariyên HDP’ê tayînkirina qeyûman hîn jî didome.

Bi destê qeyûman gelek xebatên jinan hatin bidawîkirin û sazî hatin girtin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî vê, kampanyaya ‘Têkoşîna Jinê li Her Derê ye’ da destpêkirn.

Kampanya li Enqereyê dest pê kir û li hemû herêman starta wê hat dayîn.

Têkildarî mijarê Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî û got:

4 astên kampanyayê hene û ew jî ev in.

Hefteya 1’mîn wê li dijî pêşnûme-qanûna ‘ji bo destdirêjiya zarokan efû’ ya ku hewl tê dayîn bînin meclîsê, bibin deng û li kolanan bin.

Di hefteya 2’mîn de jî derbarê qanûna înfazê ku bû sedema berdana gumanbarên tundiya li dijî jin û zarokan, em ê bertekên xwe bînin ziman.

Wê di hefteya 3’mîn tayînkirina qeyûman, xespkirina îradeya gel vebêjin û di hefteya 4’mîn de jî balê bikşînin ser qirkirina jinan, ji bo têkoşîna li dijî vê bê xurtkirin jî bi rêxistinên jinan re çalakî û bernameyan wê pêk bînin.

”Di vê pêvajoyê de herî zêde jinan zirar dît”

Muazzez Orhan anî ziman ku jin li dijî qanûna infazê rabûn ser piyan û wiha domand:

Bi tayînkirina qeyûman û qanûna înfazê re jin cara 2’emîn bi tundiyê re anîn rû hev.

Desthilatdariya AKP’ê ji bo jinan tedbîr ne-girt, tevî hemû bangên hatin kirin planên çalakiya lezgîn pêk ne-anî.

Lê di hilbijartineke zû de ger tifaq pêk bên jî em ê li ber çavê hemû raya giştî daxwazên xwe danîn holê pêk bînin.

Back to top button