Li nava Îtalya şandeya Rojava rastî eleqeyek mezin tê

Li nava Îtalya şandeya Rêveberiya Xweser û YPJ’ê rastî eleqeyek mezin tê.
Endamên şandeyê piştî hevdîtinên dîplomatîk bi dostên Îtalyayî re hevdîtin kirin.
Di hevdîtinan de, ji tecrîda li Îmralî bigre, heta êrişên qirker yên dewleta Tirk li ser herêmê, DAIŞ û sîstema rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.

Delegasyona Rojava li Îtalyayê bi baldarî hate pêşwazîkirin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser û Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed danûstandinên xwe yên li Îtalyayê bi baldarî dewam dikin.

Çalakiya destpêkê ya şandeyê di 6’ê Adarê de bi dirûşma ‘Em Rojava biparêzin’ li Romayê pêk hat.

Abdulkerîm Omer: Welatên Rojavayî bazarê li ser desketiyên gelê me tên kirin

Rete Kurdistan, Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê û Dînamo Pressê çalakî birêxistin kirin û nûnerên Rojava qala deh salên şoreşê kirin.

Abdulkerîm Omer bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û behsa pêvajoya nivîsandina peymana civakî ya Kanûna 2023’an hate ragihandin kir.

Omer diyarkir ku peymana civakî bi îradeya hemû bawerî, gel û beşên civakê hate amadekirin û got,

“Mînaka vê yekê nîne.”

Omer anî ziman ku welatên Rojavayî bi Tirkiyê re li ser deshetiyên gelê herêmê bazaran dimeşînin.

Rûksen Mihemed: Divê em bi hevre dawî li tecrîdê bînin

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku weke ‘mîmarê şoreşa jinê’ pênase kir.

Rûksen anî ziman ku di mijara DAIŞ’ê de, xemsariyek ji aliyê welatên cîhanê ve heye.

Şandeya Rojava li bajarê Torîno bi ciwanan re civiya

Endamên şandeyê 7’ê Adarê li Torînoyê beşdarî çalakiya ARCI Torîno bû ku aktîvîstên Frîdays For Fûtûre pêşengî jê re kirin.

Di çalakiyê de ku piraniya beşdaran ciwan bûn, li gel endamên şandeyê alîkarê serokê koma Tifaqa Çep Kesk Marco Grîmaldî axivî.

Grîmaldî nerazîbûn nîşanî hikumeta Îtalyayê û dewletên Ewropî da ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya, bi tenê hiştin.

Grîmaldî polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser dagirkerî û tecrîdê rexne kir û got, ev yek bandorê li sîstema Rojava dike.

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed jî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û got,

“Her dewletên ku çekê difiroşe Tirkiyeyê hevparê van êrîşan e.”

Back to top button