Şandeyeke Rêveberiya Xweser bi endamên Parlementoya Îtalya re civiyan

Şandeyek Rêveberiya Xweser û YPJ’ê di çarçoveya xebatên diblomasî de li Îtalya rêzecivînan pêk anîn.
Piştî hevdîtina li gel Parlamenter û Şaredariya Mazin a Roma, herî dawî bi endamê komîteya têkiliyên derve ya Parlamentoya Îtalyayê re civiya.
Berpirsên Îtalî got, ji bo çawaniya alîkariya bo xelkê herêmê şandeyekê bişînin Rojava.

Şandeyek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Îtaliyayê ye.

Şandeya Rêveberiyê ji ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJ Rûksan Mihemed, hevseroka nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Siwîsreyê Medya Hesen pêk tê.

Şandeya Rêveberiya Xweser bi komîteya têkiliyên derve ya Parlamentoya Îtalyayê re civiyan.

Komîteyê ji cîgira Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Îtlaya Lea Quartabelli û 8 endamên din pêk dihat.

Di hevdîtinê de, nûnerên rêveberiyê îşaret bi şerê li dijî çeteyan kir û diyarkir ku komên wê ji ber mijulbûna Hêzên Sûriya Demkratîk bi êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê re sûdê digirin.

Divê dadgehek navneteweyî ji bo darzandina DAIŞ’iyan were avakirin

Her wiha nûnerên Şandeya Rêveberê destnîşan kirin ku hebûna bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê li herêmê mîna bombeyek li ber teqînê ye û wiha got:

“Divê bangewaziyên Rêveberiya Xweser ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina wan çeteyan, bên bersivandin.”

Êrişên Tirkiyê wê rê li ber koçberiyek komî veke

Şandeya Rêveberiyê eşekre ku êrişên dewleta Tirk li ser herêmê wê rê li ber koçberiyek komî veke û got, divê civaka navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bê deng nemîne.

Parlamanên Îtaliya: Em ê desteka alîkariyê ji herêmê re peyda bikin

Endamên Parlamentoya Îtlayayê jî diyar kir ku ew rewşa herêmê ji nêz ve dişopînin û gotin, astengiyên mezin li herêmê hene û divê rê li pêşiya hewldanên gûrkirina aloziyê li herêmê bê girtin.

Şandeya Îtalyayê destnîşan kir ku wê bi hikumeta xwe re, navaroka hevdîtinê di nav de derfeta şandina desteyekê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ji bo ku rewşa mirovî bişopîne û rêbazên gihandina alîkariyan, peyda bike.

Berî vê hevdîtinê jî, şande li gel Şaredariya Roma, parlamenter û endamên senetoya Îtalyayê civiya bû.

Di wan civînan de jî soz hatibû dayîn ku wê bo naskirin û alîkariya bi Rêveberiya Xweser re bixebitin.

Şandeya Rêveberiya Xweser û YPJ’ê li Îtalyayê ye

Back to top button