Nûnerên Rêveberiya Xweser û berdevka YPJ’ê bi parlamenter û endamên Senatoya Îtalyayê re hevdîtin pêk anîn.
Parlamenterên Îtalyan diyar kir ku wê ji bo piştevaniya Rêveberiya Xweser û naskirina wê ya siyasî bangewaziyê bikin.
Şandeyek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi parlamenter û endamên Senatoya Îtalyayê yên ji partiyên cuda û Tevgera 5 Stêrkan a Îtalyayê (MoVimento 5 Stelle M5S) re hevdîtin pêk anî.
Hevdîtin li avahiya parlamentoyê ya li paytext Romayê pêk hat.
Şande ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed û hevseroka nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swîsreyê Medya Hesen pêk dihat.
Şandeya Îtalyan jî ji Alienza Verdi, Marco Grimaldi, Davis Dore, Francesca Guerra, Tîno Magni, Enzo Amandola û Riccardo Ricciardi pêk dihat.
Di hevdîtinê de ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat şîrovekirin û heta gotin, tevahî pêkhateyên herêmê bi îradeya xwe ya azad di damezirandina vê rêveberiyê de cih girt.
Şandeyê destnîşan kir ku divê hikumeta Îtalyayê û hikumetên din di warê mirovî de erkên xwe li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin û bal kişand ser ambargoya li ser herêmê.
Şandeya Rêveberiya Xweser bal kişand ser astengiyên siyasî yên li pêşberî Rêveberiya Xweser û nenaskirina siyasî ya wek astengiya herî sereke nirxandin.
Hebûna şaneyên DAIŞ’ê û malbatên wan yên li kampan û DAIŞ’iyên di girtîgehan de wek metirisiyekê li ser ewlehiya herêmê hate şîrove kir.
Şandeyê diyarkir ku divê civaka navneteweyî zextê li dewleta Tirk a dagirker bike da ku li ber êrişên dewleta Tirk bigire û wiha hate gotin:
Dewamkirina êrişan ser herêmê, wê herêmê ber bi karesteke mirovî ve bibe û wê bi milyonan welatiyan neçarî koçberiyê bike.
Şandeya Îtalyan jî destnîşan kir ku ew rewş û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin û hate gotin:
“Ji destpêkê ve em Şoreşa Rojava ji nêzîk ve dişopînin.
Ji rola wê ya mezin a di warê têkoşîna li dijî terorê de zêdetir hûn model û ezmûneke demokratîk pêşkêş dikin ku mirov nikare çavan lê bigire, nemaze ku ev ezmûn tevahî pêkhateyan herêmê hembêz dike û payeyeke bilind dide jinan.”
Şandeya Îtalyayê diyar kir ku ew ê ji hikumeta Îtalyayê û civaka navneteweyî bixwazin da ku erkên xwe li hemberî Rêveberiya Xweser bi cih bînin, desteka aborî û mirovî pêşkêş bikin û ji bo naskirina siyasî jî hewldanan bikin.