Rûksen Mihemed: YPJ artêşeke ku nasnameya jinê daye qebûlkirin

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed û yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Leyla Waşûkanî bi munasebeta 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî balkişandin ser têkoşîna jinan ya bi felsefeya rêber Apo gihişt lûtkeyê û gotin:
Ji bo ku em layiqî keda mezin a Rêber Apo derkevin divê asta têkoşîna me deh qat ji ya berê zêdetir be.

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî nirxandin kir.

Rûksen Mihemed 8’ê Adarê di serî de li Rêber Apo û tevahî jinên cîhanê pîroz kir.

Rûksen balkişand ser têkoşîna YPJ û got:

YPJ’ê mîrateya jinên ku di tevahiya dîrokê de têkoşîna azadiyê meşandine ye.

“Em hewl didin vê mîrateyê li Rojavayê Kurdistanê mezin bikin.”

YPJ’ê ji roja hatiye avakirin ve afirandina şoreşa zihî esas girt.

Di nava şer û pevçûnê de jî têkoşîna jinan esas girt.

Jinan di nava şer de hewl dan xwe mezin bikin.

Berdevka (YPJ) Rûksen Mihemed destnîşan kir ku serkeftina hate bidestxistin ji bo hemû jinan bû hêvî û wiha bi dawî kir

YPJ artêşeke wiha ye ku nasnameya jinê daye qebûlkirin.

Leyla Waşûkanî: Ji bo keda Rêber Apo divê asta têkoşînê me deh qat zêdetir bibe

Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Leyla Waşûkanî jî derbarê giringiya 8’ê Adarê nirxandin kir.

Leyla Waşûkanî, destpêkê hemû jinên berxwedêr û azadîxwaz bi rêz û minetdarî bibîr anî û bi wesîleya 8’ê Adarê ev tişt anî ziman:

“Ew 129 jinên têkoşer, ji bo me û tevahî jinên cîhanê bûn mîrateya dîrokî ya têkoşînê.

Tevgera jinên Kurd li ser berhema têkoşîna wan dest bi xwe rêxistin kirin û gihaştin asta herî jor a pêşengtiya civakê.”

Leyla balkişand ser bandora dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” ya li ser tevahî cîhanê û wiha got:

Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku beriya çend salan ji hêla Rêber Apo ve hatibû gotin, careke din xwe zindî kir û bû malê tevahî civakê.

Ji bo ku em layiqî keda mezin a Rêber Apo derkevin divê asta têkoşîna me deh qat ji ya berê zêdetir be.

Leyla Waşûkanî di dawiyê axaftinên xwe de ev peyam da:

Em ê pergala desthilatdar bidawî bikin û di berdêla wê de pergala civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ava bikin.

Dibêjim werin em hemû bi hevre ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo seferber bibin.

Şervanên YPG-YPJ’ê: Sedsala 21’emîn ew ê bibe ‘sedsala jinê’

Back to top button