Kongra Star: Em 8’ê Adarê veguherînin şoreşa jinan a cîhanê

Kongra Star û Meclisa Jinan a Sûriyê bi peyamên cuda 8′ ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin.
Di peyaman de bang li tevahî jinan hat kirin ku bibin yek û têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin.

Bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kongra star peyameke piştgirî û hevgirtinê da hemû rêxistinên jinan ên cîhanê.

Kongra Starê bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û ev tişt got:

Ev roja ku jin li hemû cîhanê dadikevin qadan, encama destkeftiya tekoşîna jinan a şoreşgerî ye.

Ev jî mîraseke dîrokî ye ku bi fedakariyên mezin a jinan heta roja me ya îro di têkoşîna me de zindî ye.

Kongra Star bal kişand ser bandora şer ya li ser jinan û hedefgirtina jinên pêşeng û wiha domand:

Hêzên desthilatdar hewl didin têkoşîna jinan a salane vala derxînin.

Mînakên herî dawî jî hedefgirtina Zelal Zagros, Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrk bû.

Lê tevî hemû êrişan jî berxwedana bê westan a jinan nehat şikandin.

Em di wê baweriyê de ne ku yekane hêza dikare neteweperestî, faşîzm, baviksalarî û her cure zilmê têk bibe jin e.

Ji ber vê yekê pêwîste em jin di stratejiyeke hevpar de bibin yek û 8’ê adarê veguherînin şoreşa jinan a cîhanê.

Kongra Star di dawiya daxuyniya xwe de banga mezinkirina têkoşînê li jinan kir.

Meclisa Jinan a Sûriyê: Divê em asta têkoşîn û xebatê mezin bikin

Bi heman boneyê Meclisa Jinan a Sûriyê peyamek têkildarî 8’ê Adarê da û tê de ev bang kir:

Em ê astengiyên li pêşiya pêşketina jinan veguherînin derfet û avakirina siberojeke mayînde ji bo jinan.

Wekî jinên sûriyê divê em asta têkoşîn û xebatê mezin bikin.

Ji bo xizmeta xebata hiqûqî, demokrasî ya navendî, ji bo avakirina siberojeke ewle, demokratîk û pirrengî ji sûriyeyan re em ê bi awayekî hîn mezintir bixebitin.”

Meclisa Jinan a Sûriyê her wiha banga bidawîkirina dagirkeriyê û mîsogerkirina mafên tevahî sûriyeyand kir.

Rûksen Mihemed: YPJ artêşeke ku nasnameya jinê daye qebûlkirin

Back to top button