Li Îranê di sala 2023’yan de 834 kes hatin darvekirin

Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) ku navenda wê li Norweç e û Yekîtiya Li dijî Cezayê Îdamê ku navenda wê li Parîsê ye, rapora salane weşand.
Li gorî saziyên civakî yên sivîl li Îranê di sala 2023’yan de herî kêm 834 kes hatin îdamkirin.
Di 20 salên dawî cara duyem hejmara înfazê ji 800’ê derbas kir.

Bi Çîn û Siûdî Erebistanê re, Îran yek ji welatên ku herî zêde îdam lê çêdibin e.

Li Îranê îdam bi darizandinên derhiqûqî pêk tên.

Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) ku navenda wê li Norweç e û Yekîtiya Li dijî Cezayê Îdamê ku navenda wê li Parîsê ye, rapora salane weşand.

Li gorî raporê di sala borî de li Îranê herî kêm 834 kes hatin îdamkirin.

Saziyên civakî yên sivîl diyar kirin ku li gorî sala 2022’yan ji sedî 43 fikar zêde bûne û destnîşan kirin ku di sala 2015’an de 972 înfaz pêk hatibûn û ji wê salê û vir ve sala ku herî zêde îdam lê çêbûyîn, sala 2023’yan e.

Saziyên civakî yên sivîl têkildarî cezayê îdamê ev rapora 16’emîn diweşîne.

Her wiha di raporê de wiha hate gotin:”

Di 20 salên dawî de ev cara duyem e ku hejmara înfazê ji 800’ê derbas dike.”

Li gorî raporê di sala 2023’yan de herî kêm 471 kes ji ber sûcên tiryakê, 282 kes jî ji ber cînayetê hatin îdamkirin.

Sala borî herî kêm 22 jin hatin îdamkirin, ev rêje di 10 salên dawî de bû hejmara herî mezin.

Saziyên civakî yên sivîl di rapora bi 100 rûpelî de, diyar kir ku piştî serhildana dawî cezayê mirinê weke “amûrê zexta siyasî” tê bikaranîn.

Back to top button