Mihemed Şiya Sudanî: Ji bo ji nû ve avakirina Şengalê 50 milyar dînar hatiye veqetandin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ragihand ku wan yasaya bûdceyê de ji bo ji nû ve avakirina Şengalê 50 milyar dînar veqetandine.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li Şengalê li gel encûmena parêzgeha Nînowayê kombûye û di derbarê pêşdebirin û pêkanîna projeya ji nû ve avakirina Şengalê de nîqaşkirine.

Di civînê de Sudanî ragihand ku pêwîstiya parêzgeha Nînowayê bi hewldan û karên du qat zêdetir heye û got:

“Divê sektora taybet li Nînowayê were piştgirîkirin û ji destdirêjiyê were parastin.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî eşkere kir ku jenosîda Şengalê semboleke din a berdêl û berxwedaniya dîrokî ya Iraqê ye.

Û sûdanî ragihand ku wan ji bo ji nû ve avakirina Şengalê ji yasaya bûdceyê 50 milyar dînar veqedandine.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî serdana Şengalê kir

Back to top button