Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî serdana Şengalê kir

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi cara yekem îro serdana Şengalê kir:
Sudanî li gel çend hevdîtinan civîna Encûmena Parêzgeha Mûsilê jî kom kir.
Rêveberiya Xweser a Şengalê jî daxwaznameya gel a ji 12 xalan pêk dihat pêşkeşî Sudanî kir.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî îro ji bo cara yekem serdana Şengalê kir.

Serokwezîr Sudanî danê nîvro piştî Mûsilê çû Şengalê.

Sudanî li vê derê bi pekhateyên Şengalê, serokeşîr û kesayetên Şengalê re civiya.

Li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Hisên Hecî, Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo û ji Desteya Eşayîrî Seîd Milhim jî tevlî vê hevdîtinê bûn.

Sudanî: Heta meha Tîrmehê wê hemû Êzidiyên li kampê vegerin Şengalê

Li gor agahiyên, Sudanî derbarê vegera Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê, ji nû ve avakirina Şengalê û diyarkirina îdareya nû ya Şengalê de çend peyamên esasî dane.

Hate ragihandin ku Sudanî diyar kiriye ku wê heta Tîrmeha 2024’an kampên li Başûrê Kurdistanê bi temamî werin girtin û hemû Êzidiyên li kampan vegerin Şengalê.

Piştî vegera gel jî wê îdareya nû ya Şengalê were avakirin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê daxwazên gel ji Sudanî re ragihand

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî daxwazên gelê Şengalê bi awayeke nivîskî dane Sudanî.

Li gorî wê di nameyê de daxwaz hatiye kirin ku divê Iraq mafên îdarî, siyasî, çandî û perwerdehiyê yê Şengalê bicîh bîne.

Back to top button