HPG: Li qada Çemçoyê dagirkerek hate cezakirin

HPG ragihand ku di çalakiyên gerîla de li Zapê dagirkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriya tirk daxuyaniyek da.

Li gorî vê

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê: 25’ê Çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên gerîlayan bi çekên giran û bi sûîqestê li dagirkerên li derdora qada Çemçoyê xistin.

Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

25’ê Çileyê li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê jî, hêzên gerîlayan ji 2 baskan ve bi çekên giran çalakiyek li dar xistin û derb li wan dan.

HPG: Artêşa Tirk 15 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êriş kir

Li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û sûcên we jî HPG’ê wiha got: Qadên berxwedanê carekê bi bombeyên qedexekirî, 14 caran bi çekên kîmyewî,

11 caran bi balafirên şer, 4 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Back to top button