Salvegera 4. a Raperîna Şêladizê ya li dijî dagirkeriya Tirk

Beriya çar salan weke îro xelkê Şêladizê dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabûn ser piyan.. Xelkê Şêladizê ketin baregeha dagirkeriya Tirk li herêmê û gotin ku ew vê dagirkeriyê qebûl nakin. Li ser vê helwesta xelkê û ciwanên Şêladizê, PDK’ê ket tevgerê û gelek kes girtin ku ji wan hîne di girtîgehê de ne.

Di 23’ê Çileyê 2019’an de li navçeya Şêladiz a dikeve Herêma Behdînanê, ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker 4 Kurdistanî şehîd bûn..

Vê yekê hêrsa xelkê zêde kir û di 26’ê Çileyê de li Şêladizê, dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker gel ket tevgerê..

Xelkê Şêladizê bi ser baregehên artêşa Tirk de girtin û agir berdan alavên dagirkeriyê.

Leşkerên Tirk raste rast bi guleyan êrîşî welatiyan kirin û di encamê de 2 kurdistanî şehîd bûn.

Ev raperîna û helwesta Xelkê Şêladizê, peyamek bû ji bo gelê başûr û desthilata wê jî ku êdî dagirkerî nayê qebûlkirin.

Piştî rojek ji raperînê, Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê peyamek belav kir û got: “Gelê Şêladiz û Dêrelokê siyaseta hêzên dagirker ya li Başûrê pûç kiriye.

Serxistina vê pêngavê peywira me û gelê me yê Başûrê Kurdistanê ya serekeye.”

Serokê Herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji şûna guh bide peyama xelkê, ew bi provaktor bi nav kirin..

PDK’ê ku xwe desthilata başûr bi nav dike, li şûna peyama xelkê Şêladizê pêşwazî bike, dagirkeriya dewleta Tirk parast.

Lê xelkê başûrê Kurdistanê helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê neguhertiye û di her firsetê de çalakiyan li dar dixin.

Back to top button